Di navbera Îran û civaka navneteweyî de, li ser bernameya nuklerî ya Îranê, nakokî, hene.
Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî, Rafael Grossi, ragihand ku divê Îran hevkariya xwe bi mufetîşên NY re baştir bike.
Rafael Grossi, diyar kir ku Îran, piştî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê, hîn jî hema hema hemû uranyuma xwe ya dewlemendkirî, diparêze.
ÎRAN JI SEDÎ 60 URANYUMA DEWLEMENDKIRÎ DIHEWÎNE
Grossi, da zanîn ku li gorî texmînên me, uranyuma dewlemendkirî, ji sedî 60 hîn jî li gel Îranê heye.
RAFAEL GROSSI: ME ZÊDETIRÎ 10 VEKOLÎNAN PÊK ANIYE
Rêveberê Giştî yê Ajansê, destnîşan kir ku me ji Hezîranê ve zêdetirî 10 vekolînan li Îranê pêk aniye, lê Îran destûrê nade ku tesîsên nuklerî yên wekî Fordow, Natanz û Isfahanê, werin kontrolkirin.
Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî, Rafael Grossi, tekez kir ku bi tevahî kontrolkirina materyalên nuklerî nehatiye bidestxistin.
Rafael Grossi, eşkere kir ku ne hewce ye li ser vekolînên têkçûyî gilînameyek li Konseya Ewlekariyê ya NY were kirin.
GROSSI: DIVÊ ÎRANÊ BI ME RE BIBE ALÎKAR
Grossi, zelal kir ku ajans her çend hewl dide ku bi têgihîştinê bi têkiliya aloz a bi Îranê re mijûl bibe, lê divê Tehran jî pabendbûna xwe nîşan bide.
Rêveberê Giştî yê Ajansê, di Cotmehê de, da xuyakirin ku li nêzîkî depoya uranyûma dewlemendkirî ya Îranê, tevger hatiye tespîtkirin, lê ev nayê wê wateyê ku çalakiya dewlemendkirinê heye.
Têkildarî mijarê, Wezîrê Derve yê Îranê, Ebas Eraqçî, dibêje:
”Tehran dixwaze ji bo armancên aştiyane dewlemendkirina uranyûmê bidomîne.”
ÎRAN: XWEZEYA BERNAMEYA ME YA NUKLERÎ AŞTIYANE
Her wiha Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Îsmaîl Beqai jî balkişand ser xwezaya aştiyane ya bernameya nuklerî û got:
”Grossi, vê yekê bi fêm dike û divê ramanên bêbingeh li ser vê yekê nebêje.”
Rayederên Îranê, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî, tawanbar kirin ku bombebarana Îsraîlê rewa dike.
Îsraîlê, di şeva 13`ê Hezîranê de, operasyoneke leşkerî li dijî Îranê da destpêkirin û medyaya Îranê kuştina hejmarek zanyarên nuklerî, di encama êrîşên Îsraîlê de, piştrast kir.
Hêzên Hewayî yên Amerîkayê jî, di 22`ê Hezîranê de, êrîşî 3 tesîsên nuklerî yên Îranê kirin.