Wezîrê Dadê Tunç: Em li benda nirxandina dadgehê bimînin

Piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û daxûyaniyên Bahçelî rojeva Tirkiye zîvirî ser berdana Selahattîn Demîrtaş.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, li ser biryara DMME'ê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de axifî û got: "Pêwîst e ku em li benda pêvajoya nirxandina dadgehê bimînin"

"Pêwîst e ku em li benda pêvajoya nirxandina dadgehê bimînin"

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 8'ê Tîrmehê de biryar dabû ku girtina Demîrtaş binpêkirina mafan e.

Eger Tirkiyeyê heta 8'ê Cotmehê îtiraz nekira, biryar wê biketa meriyetê û berdana Demîrtaş wê bihata rojevê.

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya bidawîbûna demê bi rojekê, 7'ê Cotmehê îtiraz kir û xwest ku doz ji bo Daîreya Mezin a DMME'yê were şandin.

Lê DMME'yê roja 3'yê Mijdarê îtiraza Tirkiyeyê red kir û biryar da ku binpêkirina mafên Selahattîn Demîrtaş misoger bûye.

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, derbarê dawîbûna biryara binpêkirina mafên mirovan a DMME'ê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de da zanîn ku li Dadgeha Cezayê Giran a 22'emîn a Enqerê biryarek derbarê doza Kobanê de hebû, ku ew ji sala 2019'an vir ve tê girtin.

Yilmaz Tunç anî ziman ku pêvajoya îstînafê berdewam dike û wiha got:

"DMME'ê biryar da ku doz mafên 'ewlehiyê', şert û mercên girtinê binpê kiriye.

Daxwaza ji bo venêrînê li Dadgeha Mezin hate redkirin. Di vî warî de, biryar dawî bûye.

Niha biryar ger were doza ku li Odeya Cezayê ya 22'emîn a Dadgeha Herêmî ya Enqerê tê dîtin, an jî aliyên peywendîdar serlêdan bikin, dadgeh dê wê binirxîne. Pêwîst e ku em li benda pêvajoya nirxandina dadgehê bimînin."

Bahçelî jî li ser biryara DMME'yê gotibu, berdana Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bibe wesîleya xêran.

Bulent Arinç wê serdana Selahattîn Demîrtaş bike

Bulent Arınç bi bîr xist ku wî di sala 2020'an de gotibû, divê girtin nebe ceza, demirtaş û Kavala  bên berdan û wiha got:

"Piştî wê daxuyaniyê, ji gelek derdoran, bi taybetî ji Birêz Devlet Bahçelî, min daxuyaniyên tund, sûcdarî û heta heqaret wergirtin.

Ez bi salan e dibêjim ku divê biryarên Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicîhanîn."

Arınç da  zanîn ku ewê roja Sêşemê, 11'ê Mijdarê, serdana Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala bike.

Erdogan: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin

Serokkomar Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna heftane ya koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand.

Erdogan, têkildarî gotina Bahçelî ya ji bo Selahattîn Demîrtaş ku digot “Tehliyeya wî dê ji bo welat bi xêr be” got:

 “Ev welat welatê darazê ye. Daraz di vê mijarê de çi biryarê bide em ê bi wê biryarê bikin.”

Huda Par li dijî berdana Demîrtaş derket

Têkildarî mijarê Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekeriya Yapicioglu jî axivî  û li dijî berdana Demîrtaş derket 

Fetî Yildiz: Divê biryara berdanê were dayîn

Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz jî got, “Piştî vê qonaxê wê ji aliyê dadgehê ve biryara berdanê were dayîn.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye