Navenda polîsan a taxeke Silêmaniyê rastî erîşeke çekdarî hat

Rêveberiya Giştî ya Asayişê li Silêmaniyê ragihand ku navenda polîsan a taxa Çar Çira rastî erîşeke çekdarî hat û niha lêkolîn têne kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniya nivîskî de ya Rêveberiya Giştî ya Asayişê li Silêmaniyê hat eşkerekirin ku duh piştî nîvro, 2 çekdaran bi ser navenda Polîsan a taxa Çar Çira ya navenda bajarê Silêmaniyê de girtin û di encamê de, şer di navbera wan û polîs de derket.

Li gor daxuyaniya Asayişê, polîsek birîndar bûye û her 2 çekdar jî hatine girtin.

Derbarê nasnameya wan çekdaran de, tu agahî nehatine parvekirin, bi tenê di daxuyaniya Asayişê de hatiye destnîaşnkirin ku ew xwedî fikrên tundrew in.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24