Piştî kontrolkirina sêgoşeya nêzîkî sînorê Misrê, Qahîra li dijî bicihkirina artêşa Îsraîlê ji bo bircan li ser Korîdora Fîledîlifya derket.
Kanala13 a Îsraîlê, destnîşan kir ku nerazîbûna Misrê, di dema serdana şandeyeke payebilind a Îsraîlê de hat ku her du aliyan li ser rêkeftinên ewlehiyê yên li ser sînor nîqaş kirine.
Heman televizyonê diyar kir ku şandeya ku serdana Misrê kiriye, ji efserên îstîxbaratê û berpirsên ewlehiyê yên Îsraîlê pêk tê û bi berpirsên payebilind ên Misrê re civiyane, li ser rewşa li Xezeyê û herêma sînor a di navbera Misir û Îsraîlê de nîqaş kirine.