Lezgin

Girtîgeha Evîn ya Tehranê hat hedefgirtin

reset font size increase font size

Girtîgeha Tehranê ya ku girtiyên sîyasî lê dimînin ji aliyê Îsraîlê ve hat hedefgirtin. MOSSAD li ser hesabên xwe ya X ê dîmenên di derheqê lêdana girtîgeha Evînê de parve kir.

Roja 11’emîn ya şerê di navbera Îsraîl û Îranê de îro, deriya girtîgeha Evîn ya Tehranê bû hedafa êrîşa ya Îsraîlê. Nayê zanîn ku di lêdanê de windahiyên canî çê bûne an na.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, êrîş di saetên şevê de pêk hatiye. Dengê teqînê di qadekî berfireh de hatiye bîhîstin û ji derdora girtîgeha Evîn dûman bilind bûye.

MOSSAD dîmen parve kir

MOSSAD li ser hesabê xwe ya X ê dîmena êrîşê parve kir.

Di dîmenên hatine parvekirin de tê dîtin ku deriyê Girtîgeha Evînê bi êrîşa hewayî hatiye hedefgirtin. Her çend hin çavkanî dîroka bûyerê wek 18’ê Hezîranê ragihînin jî dîroka rastîn a bombebaranê hîn nehatiye diyarkirin.

Piştî êrîşê, ketin û derketina girtîgehê hate astengkirin. Gelek ambûlans û agirkuj sewqî cihê bûyerê hatine kirin. Tê zanîn ku gelek girtiyên siyasî, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û welatiyên biyanî di girtîgehê de hene.

Heta niha ji aliyê Îranê ve daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. 

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24