Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de 7 kes hatin kuştin

Ev demeke artêşa Îsraîlê êrîşên xwe careke din li ser herêmên başûrî Libnanê dane detpêkirin. Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên îro de, 7 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê jî, Hizbullha bi binpêkirina agirbestê tewanbar kir. Ji aliyê xwe ve jî, Serokkomarê Libnanê Josêf Ewn êrîşên Îsraîlê wekî binpêkirina peymana çarçoveyî ya di navbera wan û Tel Avîv bi nav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat Nûkirin: Piştî peymana çarçoveyî ya ku di navbera Îsraîl û Libnanê de hat Îmzekirin, divêbûya Îsraîlê êrîşên xwe li ser Libnanê rawestandina.

Lê piştî demekê ji rawestandina şer ev êrîş careke din destpêkirin.

Di van demê dawiyê de artêşa Îsraîlê êrîşên hewayî li ser herêmên başûrê Libnanê zêde kiriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, heta dawiya roja yekşemê, 7 kes ku di nav wan de 2 jin hene di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de hatin kuştin.

Agahiyan nîşan dan ku di êrîşên Îsraîlê de, xanî wêran bûn, zirar gihiştin avahiyên Hikûmetê û her wiha Nexweşxaneya Salah Ghandour li Nebatiye jorîn jî hate armanc kirin û niha ji ber wêraniyê ji xizmetê derketiye.

Wezareta Tenduristiyê hedefgirtina nexweşxaneyê şermezar kir û ew wekî binpêkirinek qanûna mirovî ya navneteweyî bi nav kir.

Artêşa Îsraîl: Hizbullha bi 2 dronan êrîşî me kir me jî bersiv da 

Ji aliyê xwe ve jî, artêşa Îsraîlê Hzbullha bi binpêkirina agirbestê tewanbar kir û idîa kir ku ev êrîşên dawî yên li ser Libnanê wekî bersivekê ji êrîşên Hizbullahê li dijî hêzên wan bû.

Artêşê di daxuyaniya xwe de nivîsand ku Hzbullahê beriya êrîşên wan, bi 2 mûşekan êrîşî wekî ew bi nav dikin herêmên ewliyê yên di bin kontirola wan de kir.

Her wiha Hizbullah heta niha ti daxuyanî ne diderbarê her du dironan ne jî di derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de nedane. 

Josêf Ewn: Êrîşên Îsraîlê li ser Libnanê binpêkirina peymana çaçroveyî ye 
 
Di vê çarçoveyê de, Serokkomarê Libnanê Josêf Ewn êrîşên Îsraîlê yên li ser herêmên başûrê Libnanê şermezar kir.

Ewn desnîşan kir ku ev êrîş wekî binpêkirina Peymana Çarçoveyî ya di navbera wan û Îsraîlê de ye.

Serokkomarê Libnanê Îsraîlê bi berpirsiyariya êrîşên li ser Libnanê sucdar kir û bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û civaka navneteweyî kir ku tavilê tedbîrên pêwîst bigirin da ku van binpêkirinan rawestînin û scdaran cezabikin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye