Îranê 62 roj in înternet birîye

NetBlocks ragihand ku înterneta li Îranê 62 roj in li pey hev hatiye qutkirin. Komeleya Rojnamevanên Parêzgeha Tehranê jî, daxuyaniyek weşand û daxwaza rakirina qedexeyên li ser înterneta cîhanî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji despêka xwepêşandanên meha kanûnê ya 2025’an ve, dewleta Îranê welatî ji mafê gihiştina înternetê bêpar kirine û Înternet li ser hemû welat qût kiriye. 

Roja Pêncşemê, 30'ê nîsanê, NetBlocks ragihand ku înterneta li Îranê 62 roj in li pey hev hatiye qutkirin.

Komeleya Rojnamevanên Tehranê: Divê qedexeyên li ser înternetê bêne rakirin 

Di heman çarçoveyê de jî, Komeleya Rojnamevanên Parêzgeha Tehranê ji bo rakirina qedexeyên li ser înteretê, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Komeleya Rojnamevanan de, hete ragihandin ku gihiştina Înterneta cîhanê mafê her kesekî ye û wiha hete gotin:

Gihîştina înternetê ya bêpere, bi kalîte û giştî ne formalîte ye û ne jî luks e.

Ew mafekî bingehîn e, û berpirsiyariya hikûmetan heye ku piştrast bikin ku hemû welatî dikarin bigihêjin Înternetê.”

Her wiha Rojnamevanên Parêzgeha Tehranê destnîşan kirin ku welatî ji mafên xwe yên gihştina Întenetê hatine bêparkirin.

Komeleyê diyar kir ku "siyaseta qutkirina înternetê ya pir caran, ji bilî ku zirarê dide karsazî û ragihandina bingehîn a kesan, bandoreke wêranker li ser karê medyayê û rewşa aborî ya şîrketên medyayê dike."

Ji destpêka vê salê ve, ango ji 30ê Çileya 2026an û vir ve, gelê Îranê di du qonaxan de qutbûna înternetê dîtiye, ku 21 ji wan bi xwepêşandanên Çileyê ve girêdayî ne.

Li gorî girtina înternetê ya 62 rojan a li seranserê welêt, welatiyên Îranê ji destpêka vê salê ve 83 roj di tariya dîjîtal de derbas kirine, dibistan û zanîngeh jî ji ber xwepêşandanên neteweyî û rewşa şer hatine girtin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye