Di 26’ê Sibatê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina malbatê pêk hat.
Birayê Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan beşdarî hevdîtinê bûn.
Mehmet Ocalan der barê naveroka hevdîtinê de ji Ajansa Mezopotamya re axivî.
Mehmet Ocalan anî ziman ku di hevdîtinê de bêtir li ser pêvajoya nû hatiye axaftin û Abdullah Ocalan li ser projeya ku di vê çarçoveyê de hatî amadekirin nirxandin kirine.
Mehmet Ocalan gotinên Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha ragihand:
“Hûn her tiştî tînin ziman lê derbasî pratîkê nakin. Gotin heye lê pêkanîn nîn e.
Ji niha û pê ve divê her kes li cihê xwe, li bajarê xwe rastiya tevgera Kurd mezin bike.
Dewlet êdî dibêje ku hebûna Kurd qebûl kiriye, lê qebûlkirina hebûnê bi tenê têrê nake.
Divê hundirê vê rastiyê bê dagirtin.
Di pêşerojê de heke hêz neyê xurtkirin çareserî pêş nakeve.
Dema hêz xurt bibe, mîna berê astengî namînin, ji bo Kurdan qad hinekî vebûye.”
'Divê di her qada jiyanê de Kurdî hebe'
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku li ser mijara ziman û çandê jî Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan neaxaftina bi Kurdî rexne kiriye û wiha got:
“Min jê re got ku li gelek bajarên Kurdistanê bikaranîna Kurdî gelekî kêm bûye.
Wî diyar kir ku ev yek ‘nayê qebûlkirin’.
Bêyî xurtkirina hêzê, di qada ziman û çandê de çareserî pêk nayê.
Ji niha û pê ve divê di her qada jiyanê de Kurdî esas were girtin.
Civîn, xebatên şaredariyan û hemû saziyên demokratîk divê bi Kurdî birêve biçin."
Mehmet Ocalan anî ziman ku der barê nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pêvajoyê de jî Rêberê damezrînerê PKK`ê Abdullah Ocalan ev tişt gotiye:
“Me gavên mezin avêtin, ji niha û pê ve divê dewlet jî gavan biavêje.
Lê belê em ê bala xwe nedin ser dewletê, em ê bala xwe bidin ser xurtkirina tevgera xwe.
Em ê bi xurtkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin.”