Di daxuyaniya fermandariyê de êrîşê li hember sîvîlan wek tirsonak hat pênase kirin û got:
Xwezaya krîmînalîzekirina van çeteyan ku sivîlan ditirsînin nîşan dide, bi wê yekê hewl dide kaosê belav bikin."
Fermandariyê di daxuyaniyê de êrîşa terorane şermezar kir û pabendiya xwe ya bi parastina sivîlan û bersivdana tevahî şêweyên terorê dubare dikin.
Fermandarî da diyar kirin ku li hember van bûyeran bê bersiv namînin û rûmeta El Cebel (çiya) û xelkê wê di ser her tiştî re ye.
Di dawiya daxuyaniyê de fermandariyê bîlançoya qurbaniyan aşkera kir:
"Di encama êrişê de 2 welatî şehîd bûn, di nav de zarok zêdetirî 11 kes birîndar bûn û rewşên hinan giran e."