Dema ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji serdana Azerbaycanê vedigeriya, pirsên rojnamegeran di balafirê de bersivand.
Têkildarî hevdîtina di dema pêşwaziya vekirina Meclisê bi serokên muxalefetê re kirî, Erdogan got: “Tevlîbûna kesên hatine vexwendin, pir girîng bû.
Ew wêne, wêneya rasteqîn a Tirkiyê bû. Yên nebûn parçeyeke ji vê wêneyê jî, bila rûnin û hesaba xwe ya vê bikin.
Em li wir bi koma DEM’ê re jî civiyan, me sihbet kir.
Ji bilî van sihbetan, ji bo pêşerojê em dikarin çi bikin? Firsenda me çêbû ku li ser vê mijarê jî biaxivin.
Hêvîdarim bibe wesîleya tiştên bixêr.”