Haluk Levent û 13 kes di çarçoveya lêpirsîna AHBAP’ê de hatin girtin

Hunermendê naskirî û Serokê Komeleya AHBAP’ê Haluk Levent û 13 kesên din, di çarçoveya lêpirsîna li ser nelêrêtî û şûştina pereyan a komeleyê de, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev operasyona ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve di Tîrmeha 2026'an de hat meşandin, li ser tohmetên wekî "muxalefeta li dijî Qanûna Komeleyan", "şûştina pereyên reş" û "endamtiya rêxistina sûc" pêk hat.

Li gorî zanyariyên di dosyayê de, tê îddiakirin ku transferên gumanbar di navbera hesabên komeleyê û hesabên şexsî de hatine kirin.

Tevî ku Levent di îfadeya xwe de ev îddia red kirin û diyar kir ku têkiliyên wî yên deyn û deynan tu peywendiya xwe bi komeleyê re nîne, dadgehê biryara girtina wî û 13 kesên pê re da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye