Sebah Nûman diyar kir ku Bexda bi rêyên dîplomatîk bersivê dide êrîşên derve.
Her wiha bi rêyên qanûnî, bi taybetî li dijî aliyên ku dixwazin ewlehî û aramiya Îraqê têk bibin, pêşî li pevçûnên navxweyî digire.
Nûman diyar kir ku hêzên Pêşmerge stûnek bingehîn û girîng a avahiya leşkerî û ewlehiyê ya Îraqê pêk tînin.
Li ser dabînkirina çekên giran ev tişt anî ziman:
"Karwana yekem a pergalên parastina hewayî dê di nav çend mehên pêş de bigihîje, ku dê piştgiriyek xurt ji bo parastina aramiyê li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê peyda bike."