Welatiyên Wanê berê xwe didin metropolan.
Di sala 2025`an de 31 hezar kes koçî Wanê kirinê, lê hejmera kesên ku ji Wanê derketine ji vê gelek zêdetir in.
Di sala 2025`an de 51 hezar 818 kesan ji Wanê koç kirine û ev rewş nifûsa Wanê her ku diçe kêmtir dike. Rewşa nifûsê meyleke kêmbûnê girtiye û Wanî herî zêde koçî Stenbolê dikin.
Li gorî daneyan navçeya herî zêde koç lê tê kirin jî navçeya Rêya Armûşeyê ya navendî ye.
Pir kes ji vir berê xwe didin metropolên Tirkiyê û di nav van metropolan de jî Stenbol li pêş e.
Kêmbûna karên çandinî û sewalkariyê, dibe sedem ku şêniyên navçeyan koç bikin.
Li gorî daneyan, bi rêzê ve navçeyên Elbax, Qelqelî û Ebex yên çoltar koç didin û nifûsa wan her ku diçe kêm dibe.
Di nava navçeyên Wanê de ya nifûsa wê herî kêm Şax e û nifûsa wê jî her ku diçe kêmtir dibe.
Sedema sereke ya koçkirinê bêkarî ye
Li Wanê lawaziya pêşxistina pîşesaziyê û qadên cuda yên kar dibe sedem ku welatî berê xwe bidin metropolan.
Gelemperî jî ciwan di vê rewşê de ne.
Bihabûna jiyanê ya aboriyê û zêdebûna lêçûnên jiyanê jî sedemeke din e ku welatî nikarin debara malbatên xwe bikin.
Welatiyên Wanê li navend û navçeyên bajêr nikarin di sektorên xizmetê de kar bibînin. Yên ku dixebitin jî gelemperî mûçeyên di bin asgariyê de dixebitin.
Li gundan aboriya çandinî û sewalkariyê ji ber bihabûna lêçûnan kêm û bêqîmet dibe. Kesên li gundan dimînin, ji ber bihabûna lêçûnên cotkariyê, êdî debara xwe nikarin bi çandiniyê û sewalkariyê bikin.