Dogukan Magol li dijî bêhiqûqtiyê dest bi gireva birçîbûnê kir

Endamê Komunên Ciwanan Dogukan Magol li Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin, li dijî bêhiqûqtiya lê hatiye kirin û bicihkirina kamerayan a li qawîşan dest bi greva birçîbûnê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pêkanînên tund yên li girtgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rexmî pêvajoya çareseriyê berdewam dikin.

 

Herî dawî Endamê Komunên Ciwanan Dogukan Magol li Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin, li dijî kirinên li girtîgehê dest bi grêva birçîbûnê kirin.

 

Li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Helebê, komeke ciwanan di 9’ê Çileyê de li pêşiya Zanîngeha Stenbolê kom bûn û xwestin bimeşin.

 

Polîsan êrişî ciwanan kir û 9 ciwan hatin binçavkirin. Ciwan, di 10’ê Çileyê de jî hatin girtin.

 

Yek ji wan ciwanan endamê Komunên Ciwanan Dogukan Magol ku li Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin, dest bi greva birçîbûnê kir.

 

Li gorî agahiyên parêzeran dane, Magol tevî hevalên xwe li dijî venêrîna bi kamerayan derketin û ji ber vê berteka xwe rastî tundiyê hatin.

 

Magol ku derbasî hucreyê hate kirin, li dijî bêhiqûqiya lê hatiye kirin û bicihkirina kamerayan a li qawîşan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

 

Di heman demê de girtiyên din jî xwestin ku venêrîna bi kamerayan a li girtîgehê bê sekinandin.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye