Nunerê Amerîkayê bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff, roja sêşemê got ku hema hema hemû karîna dewlemendkirina uranyûmê ya Îranê hatiye wêrankirin.
Steve Witkoff her wiha got: "Ka em bibînin Îranî amade ne ku danûstandinan bikin an na?"
Witkoff ji CNBC re wiha got:
"Rûsyayê duh di pêwendiyeke telefonî de ji me re got ku, wan tu agahiyên îstîxbaratê li ser hebûnên leşkerî yên Amerîkî neguherandine.
Tê payîn ku Witkoff dê hefteya bê biçe Îsraîlê da ku planên şer ên li dijî Îranê hevrêz bike."