Srî Lanka cenazeyên 84 deryavanên Îranî radest dike

Srî Lanka cenazeyê 84 deryavanên Îranê ku di êrîşa Amerîkayê ya li okyanusa Hindê de hatin kuştin, radestî welatê wan dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa nûçeyan a Reutersê destnîşan kir ku dadgeha Srî Lankayê biryar daye ku 84 cenazeyên deryavanên Îranî yên ku di êrîşa 4’ê adarê de li peravên welêt ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn kuştin, radestî welatê wan bike.

 

Di 4’ê adarê de, keştiya şer a Îranê Dîna dema ku vedigeriya welatê xwe, li okyanûsa Hindê ji aliyê binavderyayeke Amerîkî ve hate armancgirtin.

 

Wezareta Parastinê ya Srî Lankayê ragihandibû ku di encama êrîşê de 101 kes winda bûn û 78 kes jî birîndar bûn.

 

Piştî êrîşê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Srî Lankayê xwestibû ku deryavanan, radestî Îranê neke. 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye