Balafirên Îsraîlê taxa Zeytûnê ya rojhilatê bajarê Xezeyê bomberan kirin.
Sazîya Parastina Sivîl a Filistînê ragihand, di bombebaranê de 12 kes hatin kuştin.
Çavkanîya filistînê ragihand, di êrişeke din a hewayî ya li Xan Yûnisê 13 kesên din hatin kuştin.
Her wiha, li devereke din a Xezeyê jî 2 filistînîyên din hatine kuştin.
Ji kesên hatin kuştin 10 ji wan zarok, 7 ji wan jin in.
Îsraîlê di daxuyanîya xwe de êrişeke Hemasê ji bo wekî hinceta bomberana dawî nîşan da.
Artêşa Îsraîlê da zanîn, endamên Hemasê li Xan Yûnisê êriş birine ser yeqîneyeke leşkerî.
Hemasê bi daxuyanîyekê bomberana dawî şermezar kir û bang li Amerîkayê kir, sozên xwe yên ji bo ewlehiya Xezeyê bi cih bîne.