Hikumeta Iraqê hefteyek betlaneya fermî ragihand

Hikumeta Iraqê ragihand ku ji ber çileya Îmam Hisên biryara hefteyek betlane hatiye dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her sal bi milyonan welatiyên Şîe ji welatên cuda yên cîhanê serdana Iraqê dikin, da ku tevlî salvegera şehadeta Îmam Hisên bibin.

Zanayên olî yên Şîe eşkere dikin ku Îmam Hisên, di roja 10’ê muheremê de, hatiye kuştin.

Hikumetê Iraqê ragihand ku betlane ji 11’ê Tebaxê heya 18’ê Tebaxê dewam dike û hemû saziyên fermî yên dewletê digire nava xwe.

Li Iraqê salane salvegera çileya Îmam Hisên tê vejandin û ji gelek welatan serdana Necef û Kerbelayê tê kirin, û ev her du bajar wek cihê pîroz li cem Şîe têne dîtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye