Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç da xuyakirin ku girêdayî gotinên serokê giştî yê CHP`ê li dijî serokkomar Recep Tayyip Erdoxan kirin ji ber heqaret kiriye Dozgeriya Komarê ya Enqerê lêpirsîn daye destpêkirin.
Wezîrê Dadê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku, Ozel gotinên bi kar anîn sînorê rêzdayînê derbas kiriye û li hember îradeya 85 milyon mirovan bê rêzî kiriye.
Di daxuyaniyê de Yilmaz Tunç got:
“Siyaset di sînorên edeb û exlaqê de tê kirin, gotinên Serokê giştê yê CHP`ê bi kar anîn ne tenê uslup, pîvanên siyasetê jî derbas dikin.”