Erdogan di destpêka civînê de derbarê pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyên girîng da.
Erdogan got: "Em gaveke nû diavêjin. Em ê di rojên pêş de xebata qanûnî ya têkildarî pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror" pêşkêşî Parlamentoyê bikin."
Bi van gotinan Erdogan dawî li nîqaşên li ser gelo pêşniyara qanûnî ya derbarê pêvajoyê de dê berî betlaneya parlementoyê pêşkêşî Parlamentoyê were kirin an na, anî.