Ji bo parlementoya Iraqê 11’ê mijdarê wê dengdan bê kirin

Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelayî ragihand ku 1 milyon 313 hezar û 859 dengdêrên taybet hene ku wê dengê xwe di hilbijartinên cara şeşan a Parlementoya Iraqê de bikar bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Komîsyona bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê têkildarî dengdêrên taybet, dîsa kesên mafê beşdarbûna hilbijartinê ya taybet hene, daxuyaniyek belav kir.

Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelayî daxwaz ji hêzên ewlekarî yên Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku berê xwe bidin navendên nêzîk ên tomarkirina komîsyonê, ji bo girtina qerta bayometrî ya dengdanê ji bo bikarin roja dengdana taybet dengê xwe bikar bînin.”

Heta niha 211 hezar û 267 dengderên taybet qertên bikaranîna dengdanê negirtine.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24