Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelayî ragihand ku 1 milyon 313 hezar û 859 dengdêrên taybet hene ku wê dengê xwe di hilbijartinên cara şeşan a Parlementoya Iraqê de bikar bînin.
Ji bo parlementoya Iraqê 11’ê mijdarê wê dengdan bê kirin
Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî diyar kir ku 31 hevpeymanî û 39 partiyên siyasî navên xwe ji bo hilbijartina bê ya parlementoya Iraqê qeyd kirin.