Cumane Xelayî diyar kir ku komîsyona hilbijartinê şopandina lîsteya namzetan berdewam dike û wê di demek nêz de temam bibe.
Her wiha Cumana eşkere kir ku heta niha 31 hevpeymanî û 39 partiyên siyasî ji bo hilbijartina bê ya parlementoya Iraqê navên xwe qeyd kirine.
Xelayî da xuyakirin ku wê roja 9’ê Tebaxê hejmara namzet û lîsteyên hilbijartinê bên diyarkirin.
Tê plankirin ku di 11’ê Mijdara 2025’an de hilbijartinên parlementoya Iraqê pêk werin.