Mistefa Seref, li ser dîroka destpêkirina propagandaya Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji medyaya Iraqê re axivî.
Mistefa Seref eşkere kir ku propagandaya hilbijartinên namzetan, wê mehekê bidome û 24 demjimêr beriya hilbijartinê bi dawî bibe.
Her wiha komîsyonê hefteya borî rêziknameyên propagandayê ya hilbijartinên 2025'an pejirand.
Hilbijartinên parlamentoya Iraqê wê di 11'ê Mijdarê de bê çêkirin.