Di mehekê de li Iraqê 289 kes hatin girtin

Li Iraqê 289 kes ji aliyê Dezgeha Asayîşa Niştîmanî ve hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dezgeha Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê encamên operasyonên xwe yên meha tebaxê eşkere kir.

 

Li gor ecnaman,54 kes bi sûcên terorê, 35 endamên tevgerên tûndrew û 41 kesên ku propaganda ji Baas re dikirin, hatine binçavkirin.

 

Her wiha Dezgehê ev yek jî anî ziman ku 30 kes jî, ji ber sûcên bazirganiya bi madeyên hişbir, 10 bazirganên endamên laşên mirovan, 34 saxtekar, her wiha 85 kesên din jî bi sûcên xirab bikaranîna amûrên elektironîkî hatine binçavkirin.

 

Di heman mehê de jî, ji ber binpêkirina yasa û pîvanên kar, 60 navendên cuda li seranserê Iraqê ji aliyê Dezgeha Asayîşa Niştîmanî ve hatin girtin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24