Li Endonezya gel bi ser ket

Li Endonezyayê çalakiyên li hember mûçeyên zêde yên parlemanteran û îmtiyazên hatin dayîn encam girt. Serokkomar Prabowo Subîanto bi daxuyaniyekî re ragihand ku biryara sekinandina muçeyên parlemanteran û gerên derveyî welat daye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Subîanto di daxuyaniya xwe de got ku dê diyalogên bi gel re jî di demeke nêz de, dest pê bike û mijarên din ku di raya giştî de rê li ber nerazîbûnan vekiribû, dê werin destgirtin.

 

Subîanto diyar kir ku serokên 8 partiyên din jî di vê mijarê de, di heman fikrê de ne.

 

Çalakiya nerazîbûnê ku li Jakartayê di 28’ê tebaxê li pêşiya Parlementoyê li hember muçeyên wekîlan û fonên zêde hatibû lidarxistin, polîs mûdaxeleyî girseya gel kiribû û di encamê de, ajokareke taksiyê hatibû kuştin.

 

Ev bûyer bû sedem ku çalakî seranserî welat belav bibe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24