Serokê Amerîkayê Donald Trump, di peyameke nû de ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê di şer de bi "temamî têk çûye" û niha hewl dide bigihîje peymanekê.
Lê Donlad Trump tekez kir ku ew bi vê peymanê razî nabe.
Trump, li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.
Trump, di daxuyaniyê de, êrîşî dezgehên ragihandinê jî kir û got:
"Medyayên nûçeyên sexte ji min nefret dikin gava ku ez qala wê yekê dikim ku Artêşa Amerîkayê çi qasî bi başî li dijî Îranê xebitiye."
Serokê Amerîkayê ducare kir ku Îran "bi temamî têk çûye."
Trump, îşaret bi wê yekê kir ku Îran daxwaza peymanekê dike, lê "Ev dê nebe ew peymana ku ez qebûl bikim."