Hevpeymaniyê, di derbarê êrîşên li ser Herêma Kurdistan û baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
di daxuyaniyê de, wiha hat gotin:
“Ji despêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê ve, bi sedan car bi dron û mûşekan êrîşî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Her wiha baregehên hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û kampên sivîlan ên li Herêma Kurdistanê hatine armancgirtin."
Hevpeymaniya Siyasî bi bîr xist ku di encama êrîşan de pêşmergeyekî Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan û 2 pêşmergeyên Sazmanî Xebatî Kurdistanê, jiyana xwe ji dest dan.
"Em êrîşên rejîma Îranê û komên terorîst yên ser bi Îranê ve yên li ser Herêma Kurdistan û cihên sivîlan şermezar dikin.
Di heman demê de, em êrîşên li ser konsolxane, baregehên siyasî yên welatên cîhanê ên li Herêmê jî bi tundî şermezar dikin."
Hevpeymaniyê bang li civaka navnetewî kir ku xwedî helwest bin û wiha domand:
"Komara Îslamî hewl dide bi qirkirina xwepêşande, dîlgirtina xelkên Kurdistanê û afirandina qeyranan desthilatdariya xwe dirêj bike."
Hevpeymaniya Siyasî ya Kurdistana Îranê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku divê civaka navnetewî piştgiriya neteweyên Îran, maf û daxwazên wan ên rewa bike.