Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Gûleç destnîşan kir ku divê komîsyon tenê bi bîranîn û qeyîtkirina dîroka nêzîk re sînordar nemîne û wiha axivî: “Divê komîsyon roleke çalak bilîze û bi xebatên xwe hem ji bo pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd tevkariyê bike.”
Gûleç diyar kir ku tunekirina çekan a PKK’ê, qonaxeke girîng e û got: “Ji bo ku bi hezaran kesên di girtîgehan de ne û hemwelatiyên ku li Ewropayê di sirgûniyê de ne, dîsa bi civakê re bibin yek, divê qanûneke taybet bê derxistin.”
Ozaraz: Divê hemû çand bên parastin
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz di axaftina xwe de diyar kir ku Komara Tirkiyê bi pergala netew dewletê hatiye avakirin û gereke ev bê derbaskirin û wiha dewam kir: “Mixabin, nêzîkatiya bêhiqûqî û yekperest a di welat de bûye sedema afirandina PKK’ê û PKK encam e. Di vê xalê de, rewşa kesên li çiyê, bêyî cudakirinê, divê di zemîna hiqûqî de bê zelalkirin.
Heke em di vî welatî de aştiyeke rastî û yekitiyê dixwazin, hemû ziman, çand û bawerî divê bi destûr û qanûnan bêne parastin.”
‘Divê Ocalan bi awayekî periyodîk bê agahdarkirin'
Serokê Baroya Stenbolê ya Hejmar 2 Yasîn Şamli jî li ser zimanê cudakariyê sekinî û got: “Divê ji zimanê cudakarî, dijberî û wêdekirinê dûr bikevin. Ji bo pêşiya manîpulekirin, sextekarî û hewldanên jehrîkirina pêvajoyê bê girtin, divê Abdullah Ocalan bi awayekî periyodîk li ser pêvajoyê bê agahdarkirin”
Serokê Baroya Meletiyê Onur Demez jî diyar kir ku divê aliyên siyasî, aborî, dîrokî, civakî û hiqûqî yên pirsgirêka Kurd bên lêkolînkirin û divê komîsyon di vî alî de agahdar be.
Duyan: Divê qanûna tekoşîna dij terorê were rakirin
Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan bal kişand ser nezelaliya pênaseya “rêxistina terorê” û got: “Divê pêşî Qanûna tekoşîna dij terorê-TMK were rakirin û hikmên nû li ser Qanûna Cezayê ya Tirk bên zêdekirin."
Duyan bi bîr xist ku mînakên ETA û IRA’yê ji bo Tirkiyeyê ne guncaw in û got: “Ger em li îlhamê bigerin, mînaka Mandela dibe."