Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê: Divê Şengal were parastin

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bal kişandin li ser xeterî û metirsiya êrişên li ser Şengalê. Rewşenbîran banga yekîtiyeke xurt a Kurdî kirin û gotin: “Divê gelê Kurd hişyar be, yekîtiya xwe biparêze û xwedî helwest bin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî gefên Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan a li ser Şengalê, artêşa Îraqê hêzeke mezin li derdora Şengalê bi cih kir.

Li aliyê din, mîna beriya êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an, çekan ji welatiyan distînin.

Ev yek jî qirkirina sala 2014’an tîne bîra mirov.

Têkildarî vê rewşê, rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê axivîn. lînka 1

Nebez Cemal: Divê li hemberî siyaseta li herêmê, kurd xwedî helwest bin

Endamê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Nebez Cemal bal kişand ser vê pilana li ser Şengalê û Êzidiyan:

"Divê li hemberî siyaseta li herêmê rû didin, Kurd xwedî helwesteke baş bin.

Divê li hember guherîn û bûyerên heyî, di cih de helwesta xwe nîşan bidin.

Ji ber ku helwest û deng wê van pilanan vala derbixin."

Bextiyar Mistefa: Kurd bi yekîtiya xwe dikarin pêşî li êrîşan bigirin

Yek ji endamên din ên Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê Bextiyar Mistefa bibîr xist ku ne cara yekem e ku li ser Kurdan jenosîdê pêk tînin û got:

"Xwişk û birayên me yên Êzidî bê navber di bin êrîş û gefa qirkirinê de ne.

Ev pilaneke herêmî ye ku welatên weke Tirkiye, Qeter û hinek welatên Kendavê jî tê de cih digirin."

Bextiyar Mistefa tekez kir ku Kurd bi yekîtiya xwe pêşî li van bûyeran bigirin.

 Aram Hisên: Divê kurd her dem hişyar bin

Rojnamevan Aram Hisên jî behsa metirsiyên li ser Şengalê û Îraqê kir:

"Ev yek berdewama êrişên li ser Rojava ye.

Xeterî heye ku careke din li Şengalê komkujî pêk werin. Ji ber ku ev demek e dewleta Tirkiyê plana vê daniye û dixwaze li Şengalê xwînê birijîne."

Aram Hisên di dawiyê de banga hişyariyê li xelkên Kurd kir.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye