Xwendekarên Rojhilartê Kurdistan û Îranê, xwepêşandanan berfireh dikin.
Xwendekar zanîngehên xwe dikin qada mitîngê û bi dirşmeyan li dijî dewletê û kesên berpirs, bang dikin.
Protestoya ku xwendekaran daye destpêkirin, di roja xwe ya 3'yemîn de berfirehtir dibe û li zêdetirî 12 zanîgehan belav dibe.
Li zêdetirî 12 zanîngehan xwepêşandnan
Duh, li zanîngehên wekî Zanist û Teknelojiya, ei- Zehra, Amîr Kabîr, Şerîf, Xewca Nasir el- Dîn Tosî, Ferdosî, Honer, Terbiyet Miders, Şehîd Behaştî, zanîngeha Esfehanê ya Teknelojiya, Sicad Meşhed û li peyîmangeha Ferdos a Meşhedê xwepêşandan hatin lidarxisitin.
Xwendekaran di xwepşandanên xwe de agir berdan ala Dewleta Îranê.
Her wiha xwendekaran ji bo piştgiriye xwepşandanên 18'ê Kaûnên jî, wêneyên hevalên xwe yên ku di êrîşên Dewleta Îranê de, hatine kuştin rakirin.
Di heman demê de, bi dirûşmeyên wekî "mirin ji Xamînaiî re, mirin ji desthilatdaran re, netirsin netirsin em bi hev re ne, jin jiyan azadî" bang dikirin.
Hêzên Îranê êrîşî xwendekaran kirin û xwestin ku bi zorê wan belav bikin
Li gorî vîdyoyên ku ji nava zanîngehan hatine belavkirin, xwendekar rastî êrîşan hatin.
Zanîgehên Tehranê, Amîr Kabîr, el- Zehra û zanîngeha xewaca Nadir ei- Dîn tosî, rastî êrîşa hêzên el- Besîcê yê girêdayî dewletê hatine.
Hate belavkirin ku Karbidestên hikûmetê, bi qedexekirina ketina xwendekaran ji bo zanîngehan, hewl didin pêşî li belavbûna xwepêşandanan bigirin.
Duh, malperên tekildarî çalakiyên xwendekaran eşkere kirin ku Serokê Komîteya Dîsîplînê ya Zanîngeha Teknolojî ya Şerîfê Mihemed Fexrîzadeh ji wan re gotiye xwepêşandanan bidin rawestandin.
Heman çavkaniyê ragihand ku Mihemed Fexrîzadeh di axaftina xwe ya bi nûnerên xwendekarên xwepêşander re, soz da ku 'eger îro li zanîngehê xwepêşandan neyê lidarxistin, ew ê qedexeya li ser pênc xwendekaran rake.
Lê eger kom bigihêje derî, ew ê rê nedin ku pênc kesên din bikevin hundir.
Berpirsên zanîngehan derbaskirina xwendekaran ji bo zanîngehan qedexe dikin
Raporên têkildarî çalakiyên xwendekaran, broşorek belav kirin û tê de muhra zanîngeha Şerîf a Tekenelojiya li ser e.
Di wê kaxezê de, hatiye nivîsandin ku eger ev kombûn îro bi dawî nebin, wê derbaskirina 6 xwendekaran ji zanîngehê re were qedxekirin û wiha hate berdewamkirin:
"Eger sibe jî kombûn berdewam bike ew ê 5 kesên din jî ji bo derbaskirina zanîngehan, qedexe bikin".