Li Xezeyê bi guleyên artêşa Îsraîlê 23 kes hatin kuştin

Hêzên Îsraîlê êrîşên xwe li ser bajarê Xezeyê berdewam dikin, îro jî 23 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nexweşxaneyên Xezeyê ragihandin ku bi guleyên artêşa Îsraîlê îro 23 kes hatin kuştin.

 

Nexweşxaneya Naser jî, ya li Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê, ji ber birçîbûnê û nebûna dermanên pêwîst, mirina zarokekî biçûk ragihand.

 

Trump: Dan û standinên ji bo agirbestê di qonaxên dawî de ne

 

 

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump duh di hevpeyvînekê de, li gel Axios, got ku dan û standinên li ser plana wî ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê, di qonaxên xwe yên dawî de ne û tekez kir ku ev peymana potansiyel dikare rê li ber aştiyeke berfirehtir li Rojhilata Navîn veke.

 

Li aliyekî din, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê îşev li Washingtonê bi Trump re bicive.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24