Di civînê de têkiliyên di navbera herdû welatan de û pêşketinên herêmî hatin nirxandin.
Mîrê Siûdiyê diyar kir ku ew hewildanên ji bo pêkanîna agirbesta dişopîne.
Her wiha destnîşan kir ku ji bo pêkanîna ewlehî û istqrarê pêwîstî bi çareseriyên dîplomatîk û diyalogê heye.
Ebas Araqçî jî ji ber şermezarkirina êrîşên Israîl li ser Îranê, piştgiriya ewlehiya herêmê û kêmkirina aloziyan spasiya Siûdiyê kir..
Her wiha Wezîrê karên Derve yê Îranê diyar kir ku Îran bi berpirsiyarî tev digere da ku ji aloziyan dûr bikeve û tekez kir ku ev rêbaz ne nîşaneyê qelisê ye.