AYŞEGUL DOGAN: EM Ê DI 11Ê TÎRMEHÊ DE LI SILÊMANIYÊ BIN

Berdevka Partiya DEM Partî Ayşegul Dogan, ragihand ku ew ê di 11ê Tîrmehê de ji bo şopandina merasîma çekdanîna PKKê li Silêmaniyê bin û balkişand li ser peyama dîrokî û got: ``Ev pêvajo di heman demê de berpirsiyariyên girîng me dixwaze."

reset font size increase font size

Piştî ku dîmenên dîrokî yên Rêberê Gelê Kurd hate parvekirin Partiya Demokrasî Wekhevî ya Gelan (DEM Partî) bi daxuyaniyek piştgirî da banga dîrokî.

Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan ragihand ku ew ê di 11ê Tîrmehê de ji bo şopandina merasîma çekdanîna PKKê li Silêmaniyê bin.

Ayşegul Dogan got: "Em dixwazin vê dîrokê binivîsin. Em ne tenê şahidên vê pêvajoyê ne. Ev pêvajo di heman demê de berpirsiyariyên girîng ji me dixwaze." 

Dogan dazanîn ku pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê, pirsgirêka demokrasiya Tirkiyeyê, ne tenê pirsgirêkek Tirkiyeyê ye, di hema demê de pirsgirêkek ku bandora wî di asta heremî û cîhanî de heye ye.

ERDOGAN:EV PÊVAJO SERKEFTÎ ENCAM BIBE

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî di civîna koma partiya xwe ya heftane de li Meclisê axivî û rojevên heyî nirxand.

Erdogan, diyar kir ku bi endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re hevdîtineke “çêker û erênî” kirine. 

ERDOGAN: EM Ê NEHÊLIN DERDORÊN QIRÊJ VÊ PÊVAJOYÊ SABOTE BIKIN

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşankir ku wê firsend nedin aliyên qirêj ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin.


 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24