Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo meş û daxuyaniya bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, bang li gelê Amedê kirin.
‘Ziman hebûn û nasnama me ye’
Rêveberên saziyan, destnîşan kirin ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de hebûn û nasnameya mirovan e û gotin:
"Ziman xelata dil e, zimanê min dilê min e.
Ji bo xelata dilê xwe û dilê we, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya cîhanê, em ê bi hev re pîroz bikin.
Hûn jî werin, li zimanê xwe xwedî derkevin.
21'ê Sibatê, roja şemiyê, bi şiyara ‘Statuya Zimanê Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî’ em ê li qadan bin."