Di çarçoveya peymana 29'ê Çileyê de, di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdisanê û Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê de xebatên entegrasyonê didomin.
Di çarçoveya rêze biryarên îdarî yên ji bo rêxistinkirina xebata rêveberiyên xwecih ên parêzgeha Hesekê de Dr. Cîhan Seîd Hesam wekî rêvebera herêma Qamişloyê, Şêro Mihemed Şero wekî rêveberê herêma Dêrikê û Xalid Îbrahîm Salih jî wekî rêveberê herêma Çilaxayê hatin erkdarkirin.
Cîhan Seîd Hesam wek yekem jin li Sûriyê bû rêvebera herêmekê
Cîhan Seîd Hesam ku di 19‘ê Tîrmehê de bi biryara 50‘î wekî rêvebera herêma Qamişloyê hatibû erkdarkirin û wekî yekem jin li Sûriyê ku dibe rêvebera herêmê de, bi girseyî ji aliyê xelkê Qamişloyê ve hat pêşwazîkirin.
Cîhan Seîd Hesam ji ber pêşwazîkirinê spasiya xelkê Qamişloyê kir û got:
"Ez ê nêzî hemû bajar û bajarokan bim û tu ferqê nexim navbera Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Cezayê."
Rêvebera Qamişlo: Deriyê min ji her kesî re vekirî ye
Cîhan Seîd Hesam destnîşan kir ku deriyê wê dê ji her kesî re vekirî be û ev anî ziman:
"Parêzgeha Hesekê nimûneya jiyana hevbeş e û ez serbilind im ku ji vê parêzgehê me.
Pêdiviya Sûriyê ji bo avakirinê bi hezkirin û xebata hevpar heye."
Rêveberên Dêrikê û Çilaxayê fermî dest bi karê xwe kirin
Di çarçoveya rêze biryarên îdarî yên ji bo rêxistinkirina xebata rêveberiyên xwecih ên parêzgeha Hesekê de Şêro Mihemed Şero wekî rêveberê herêma Dêrikê û Xalid Îbrahîm Salih jî wekî rêveberê herêma Çilaxayê hatin erkdarkirin.
Rêveberên her du bajaran ku duh dest bi erka xwe kirin ji aliyê şêniyên herêmê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî ve bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Şêniyên bajarê Dêrikê, pêşwaziya rêveberê xwe Şêro Mihemed Şero kirin.
Şêro Mihemed: Em ji bo xizmetê hatin erkdarkirin
Şêro Mihemed Şero di dema pêşwazîkirinê de axivî û diyar kir ku dê li welatiyan guhdarî bike, xizmeta wan bike û li gorî derfetan pirsgirêkên wan çareser bike.
Şero bal kişand ser girîngiya tevkariya di navbera sazî û şêniyan de û pêşxistina xizmetan li Dêrik, Çilaxa, Til Koçer, Girkê Legê û tevahî herêmên rêveberiyê.