Li Mêlebiyê û Til Hemîs konên şer hatin danîn

Li her du navçeyên Mêlebiyê û Til Hemîs ên girêdayî Hesekê konên şer ji aliyê çend eşîrên Ereb ve hatin danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev her 2 navçe di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ne, lê li gor agahiyên hatine bidestxistin, ji navçeyên cuda ên Dêra Zorê û Reqayê berê xwe dane bin konên şer.

Vedana konên şer li hember hebûna Hêzên Sûriya Demokratîk e û ew kesên ku ev kon vedane dibêjin ew dixwazin nasnameya Cizîrê erebî be û qebûl nakin Kurd xwedî biryar bin.

Siyasetmedarên Kurd li hember danîna konên şer ne razî ne

Li hember vê yekê, endamê polîtburo û berpirsê têkiliyên giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverûya Kurd li Sûriyê Mîdas Azîzî da xuyakirin ku danîna konê şer û bikaranîna zimanê kîndariyê li hember Kurdan û êrîşkirina ser parêzgarê Hesekê, wê bandoreke neyênî li ser aştiya vê herêmê û li Sûriyê bi tevahî bike.

Mîdas Azîzî da zanîn ku ji bo parastina aştiya civakî divê ew kes bêne cezakirin yên ku zimanê kîndariyê bi kar tînin û hewl didin şer û nakokiyan gûrtir bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye