Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk- Biratî û Demokrasiyê heya niha 7 civîn li dar xist û li gelek aliyan guhdar kir.
Endamê Komîsyonê û Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek bal kişand li ser banga Rêberê Gelê Kurd û got: “Li gorî karakterê pêvajoyê divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin.”
Cengîz Çîçek da zanîn ku meclîs heya niha li gelek aliyan guhdar kiriye û ev xebatek baş e, lê belê pewîste ji bo serkeftina xebatê aliyê esasî yanî Rêberê Gelê Kurd bê guhdar kirin.
Çîçek diyar kir ku ev mijar hê jî neketiye rojeva Komîsyonê û wiha dewam kir: “Birêz Ocalan muxatabê sereke û aktorekî welê ye ku herî zêde li ser vê pêvajoyê disekine, tevkariyê lê dike, dema ku krîz rû didin pêşî li pêvajoyê vedike, karê wê hêsan dike û di heman demê de pêşniyarên çareseriyê yên herî maqûl dike.
Eger em dixwazin vê pirsgirêkê ji aliyê civakî û siyasî ve çareser bikin û ji zemîna şer dûr bixin, divê nêrînên Birêz Ocalan bêne wergirtin.”
Çiçek: Yên ku çek danîne wê çawa tevlî siyasetê bibin?
Çîçek bal kişand li ser banga Rêberê Gelê Kurd ya “Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên diyarker yê vê pêvajoyê ne” û got:
“Entegrasyona demokratîk ew e ku civaka demokratîk û dewlet li dora pîvanên demokratîk bibin yek û hev nas bikin.
Ji ber vê yekê asîmîlasyon nîne, tinekirin nîne, helandina yekê di nava ya din de nîne, windakirina nasname û xweseriya xwe nîne.”
Çîçek da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd beriya her tiştî ji bo desthilatdariyê ye û ev nirxandin kir:
“Divê li gorî karakterê pêvajoyê sererastkirinên qanûnî bêne kirin. Yên ku çek danîne wê bi çi rengî tevlî nava jiyana siyasî û civakî bibin?”
Di dewama axaftina xwe de Çîçek destnîşan kir ku zimanê gefê ev 50 salin encam negirtiye û zimanê desthilatdariyê ya ku li hember Rojavayê Kurdistanê bikar tîne rexne kir.
Rewşa Sûriyê û Rojava yek ji hemanên bngehîn a vê pêvajoyê ne
Çîçek rewşa Rojava-Sûriyê yek ji bingeha pêvajoyê nirxand û wiha berdewam kir: “Rewşa li Sûriyeyê wê heta astekê bandorê li pêvajoya li vê derê bike.
Kurd bi zelalî dibêje ku li Tirkiyeyê dixwaze bi Enqereyê, li Sûriyê jî dixwaze bi Şamê re vê pirsgirêkê çareser bike.
Rojava fikrekî welê şîn bûye ku aştiyane, wekhev û demokratîk e. Aştî û çareseriyeke mayînde bi vî rengî dibe.”