Li Rojhilatê Kurdistanê mamoste li xwendekarekî xist

Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, mamosteyekî li xwendekarekî xist. Di encama lêdanê de zarok rakirin nexweşxaneyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Xwendekarê bi navê Arwîn Pertewyan ku di refa 6'an de dixwend, ji ber lêdana dijwar ya mamoste piştî vedigere mal, malbata wê ew radike nexweşxaneyê.

Bavê Arwîn Pertewyan daxwaz kir ku pêwiste mamoste bê cezakirin û lêpirsin were despêkirin.

Her wiha berpirsên Nexweşxaneya Giştî ya Bokanê ragihandin ku rewşa tenduristiya xwendekar baş e.

Di vê derbarê de Qaymeqamê Bokanê Xeşayar Senetî jî da zanîn ku dosyeya lêpirsînê li ser bûyerê hatiye vekirin.

Heta dadgeh li ser dosyeya wî biryarê bidin mamoste bi awayekî demkî ji kar hatiye dûrxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye