Li Kenyayê ji ber ketina balafirekê 11 kes mirin

Li Kenyayê di encama ketina balafirekê de, 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêma peravê Kwale ya Kenyayê, balafireke rêwiyan dema ber bi Parka Neteweyî ya Maasai Mara ve diçû kete xwarê û di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şîrketa hewayî Mombasa Air Safari diyar kir ku 8 rêwiyên Macar û 2 rêwiyên Alman di balafirê de bûn û pîlotê Kenyayî jî jiyana xwe ji dest da.

Rayedaran destnîşan kirin ku balafir li deverek gir û daristanî ya bi qasî 40 kîlometre dûrî balafirgeha Diani ketiye xwarê.

Komîserê Wîlayeta Kwale Stephen Orinde da xuyakirin ku ajansên lêpirsînê li sedema qezaya di saet 05:30'î de pêk hatiye digerin. Tê gotin ku di saetên qeza rû da de li herêmê baranekî dijwar dibariya, lê nehatiye zelalkirin ku baran bûye sedem an jî ji ber sedemek din balafir ketiye xwarê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye