Jina welatparêz Hêvî Silêman koça dawî kir

Jina Kurd a têkoşer Hêvî Silêman duh li bajarê Qamişloyê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêvî Silêman ji navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî bû, di 62 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Hêvî Silêman bi têkoşîn û berxwedana xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navdar bû. Di berxwedana Efrîn û Şêxmeqsûd de bi rola pêşengtiyê rabûbû.

Jina têkoşer yek ji mamosteyên destpêkê ên ku perwerde bi zimanê Kurdî di salên 2010-2011`an de didan bû.

Herî dawî  erka endamtiya Koordînasyona Kongra Star hilgirtibû li ser milê xwe.

Her wiha di nava rêwîtiya xwe de bi Rêberê Gelê Kurd re jî hevdîtin kiribû ku vê wek hêzeke têkoşînê tim di bîra xwe de zindî dikir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye