Îsraîl û Hemasê di 12`ê cotmehê de, peymana agirbesta Xezeyê, îmze kiribûn.
Di çarçoveya plana Xezeyê ya serokê DYE`ê Donald Trump de, tê plankirin ku Hêzeke Îstiqrarê ya Navneteweyî bê avakirin.
Navenda koordînasyonê hat avakirin
Di heman çarçoveyê de, li Kiryat Gata başûrê Îsraîlê Navenda Koordînasyona Sivîl-Leşkerî hat avakirin.
Nêzîkî 200 leşkerên Amerîkayê, dê li vê navendê kar bikin.
Tirkiyê: Em ji bo erkê amade ne
Têkildarî mijarê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî gotibû ku Tirkiyê dê di hêza erkdariyê de cih bigire.
Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê, di 23`yê cotmehê de eşkere kir ku ew amade ne di Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî de erkê bigirin û got:
"Tirkiyê wekî yek ji çar welatên garantor ên peymana agirbestê, bi welatên din re şêwirên xwe yên dîplomatîk û leşkerî didomîne."
Gideon Saar: Erdogan ne dostê me ye
Di vê derbarê de, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, diyar kir ku ew dê hebûna artêşa Tirkiyê li Xezeyê qebûl nekin.
Gideon Saar, di ziyareta xwe ya Macaristanê de axivî û got:
” Tirkiye di bin serokatiya Erdogan de li hemberî Îsraîlê dijminane tevdigere. Ji ber vê yekê, em dê rê nedin ku hêzên
wan ên çekdar bikevin Xezeyê û me ev yek ji dostên xwe yên Amerîkayî re jî gotiye.”
Binyamin Netanyahu: em hatina leşkerên tirk a xezeyê erênî nabînin
Ji alîyekî din ve, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî piştî hevdîtina xwe ya bi Alîkarê Serokê Amerîkayê James David Vance re diyar kiribû ku ew bi erênî li îhtimala hatina leşkerên Tirk a li Xezeyê nanêre.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji bo heman mijarê gotibû:
“Gelek welatan pêşniyar kiriye ku leşkeran ji bo hêza erkdariyê bişînin. Lê divê ev hêz ji wan welatan pêk bên ku ji hebûna Îsraîlê aciz nebin.”