Li gorî ajansa I24NEWS li paytexta Îsraîl Tel Avîvê bi beşdariya çend nûnerên kêm neteweyên Rojhilata Navîn di nav de Kurd, Elewî, Durzî, Êzidî û Asûrî jî hebûn Konferansa Kêm Neteweyên Rojhilata Navîn hat li darxistin.
Konferans ji aliyê lêkolînerê karûbarên Rojhilata Navîn Dr. Eddy Cohen ê ku ji Lubnanê, aktîvîstên ji Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku di nav de penaberên berê yên welatên Ereb jî hene hate organîze kirin.
Organîzatorên konferansê armancên xwe wiha anîn ziman: "Diyalog û hevkariya di navbera kêm neteweyên li Rojhilata Navîn û Îsraîlê de pêş bixe.
Li ber hember pirsgirêkên ewlehî û siyasî yên ku kêmnetewe rû bi rû dimînin, çareserî ava bike."