Fermandarîya Operasyonan ya Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyonên wan yên bi boneya binçavkirina karkerên biyanî û tometbaran dewam dikin.
Li gorî daxuyanîyê piranîya kesên hatine binçavkirin karkerên biyanî yên bê destûra niştecihbûnê û tometbarên biryara binçavkirinê ji bo wan derketine.
Her wiha di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku di dema binçavkirinan de gelek çek û teqemeniyên bê destûr û kel û pelên leşkerî jî hatine desteserkirin.