Ji dema ku agirbesta Xezeyê ketiye meriyetê ve, Hemasê cenazeyê 20 dîlgirtiyên Îsraîlî radest kiriye.
Îsraîlê îro piştrast kir ku cenazeyê duh ji aliyê Hemasê ve hatibû radestkirin, zilamekî Îsraîlî-Amerîkî ku di 7'ê Cotmeha 2023'yan de, ji aliyê Hemasê ve hatibû revandi.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu da zanîn ku piştî temamkirina pêvajoya naskirinê ji aliyê Navenda Neteweyî ya Tiba Edlî ve, nûnerên artêşa Îsraîlê malbata dîlekî mirî Serjant Îtaî Çen, agahdar kirin ku ew vegerandine Îsraîlê û cenazeyê wî hatiye naskirin.
Baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Izedîn el Qasam, duh ragihand ku ew ê cenazeyê dîlekî Îsraîlî piştî ku li taxa Şuja'iyya ya li rojhilatê bajarê Xezeyê bibînin dê radestî Xaça Sor bikin.
Bi vî awayî Hemasê 21 cenaze radest kir, 7 cenazeyên Îsraîlê jî li Xezeyê mane.
Bombebarana Îsraîlê li ser Xezeyê berdewam dike
Li aliyekî din jî, Artêşa Îsraîlê çend roj in operasyonên xwe yên bombebarana hewayî û topxaneyî li deverên cuda yên rojhilatê Xezeyê, berdewam dike.
Şahidên bûyerê duh piştrast kirin ku balafirên şer ên Îsraîlê serê sibê, deverên li rojhilatê Xan Yûnis û malên din ên li rojhilatê Deir el-Belah li navenda Xezeyê hedef girtine.
"Bi nêzîkbûna zivistanê re kon û xwarin têra xwe nagihîjin Xezeyê"
Her wiha rêxistinên alîkariyê duh ragihandin ku alîkarîya ku digihîje Xezeyê pir kêm e.
Rêxistinê diyar kir ku birçîbûn berdewam dike, zivistan nêzîk dibe û konên kevin jî, xirab dibin.
Rêxistinên alîkariyê gotin ku diviyabû agirbest derî li ber herikîna mezin a alîkariyan li seranserê Xezeyê vekiriba, lê belê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê dibêje ku tenê nîvê mîqdara pêwîst a xwarinê digihîje herêmê.
Rêveberiya herêmî ya li Xezeyê dibêje ku piraniya kamyonan ji ber qedexeyên Îsraîlê nagihîjin cihên xwe û her roj tenê nêzîkî 145 kamyon têne şandin.