Piştî ku rêya navnetewî (M4) a li gundewarê bajarê Hesekê, nêzî gundê El Tewîla rojavayî bajarê Til Temirê hate vekirin, kêm jî be tevgereke dest pê kiriye.
Çûn û hatin li ser rêya M4 dest pê kir.
Li gorî agahiyan tevger li ser rêya M4 kêm e, erebeyên taybet, kamyonên barhilgir û basên veguhestina rêwiyan, ji rêya navneteweyî derbas dibin, ev yek nîşan dide ku trafîk li ser vê rêyê vegeriya ye.
Bi vekrina rêya M4 re çûn û hatina sivîlan rihet bû ye.
Her wiha Welatiya bi navê Zehra Ehmed got ku ew piştî serdana xizmên xwe yên li wir ji gundê Amiriyê hatiye teqez kir ku wê ti astengî li ser rê nedîtiye, spasiya rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.
Welatiyê bi navê Mihemed El Bekir yê ji gundê Dibsa yê bajarê Serêkaniyê ku berê wî li gundewarê Til Temir bû diyar kir ku tevger çêbûye û wan rastî ti astengiyan nehatin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku duh, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi amadebûna Fermandên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê û berpirsên ewlehiyê yên ji herêmên Cizîr û Helebê, ev rê vebû.
Rê di çarçoveya hevkariya vegerandina bo xizmetê û misogerkirina ewlehiya rêwiyan vebû.