Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku zêdetirî 15 wesayîtên leşkerî yên Îsraîlî îro sibehê derbasî herêma Hewza Yermûkê ya li rojavayê Derayê bûn.
Hêz ji deriyê Tel Ebû Xîzar derbas bûn, ku li ser xeta sînorkirinê bi Bilindahiyên Colanê re ye.
Heta niha, ne ji aliyê rayedarên Sûrî û ne jî yên Îsraîlê ve di derbarê êrîş an jî planên artêşa Îsraîlê li herêmê de tu agahîyên fermî nehatine belavkirin.
Ev êrîş, êrîşa herî dawî ye di rêze tevgerên leşkerî yên li ser sînorê Sûrî-Îsraîlê de, ku di demên dawî de zêde bûn e.
Hêzên Îsraîlî di çarçoveya operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî yên li herêmê de, çavdêriya sînorê başûrê Sûriyê dikin.
SOHR'ê got ku duh jî, dewriyeke Îsraîlê ku ji du wesayîtên leşkerî pêk dihat, derbasî axa Sûriyê bû û li ser rêya di navbera avahiya parêzgariyê û bajarokê Samdaniya Xerbiya de xaleke kontrolê ya demkî danî.
Endamên dewriyê berî ku ber bi Girên Golanê ve vekişin, li peya û wesayîtan lêgerîneke berfireh kirin û belgeyên nasnameyê kontrol kirin.
Artêşa Îsraîlê gundewarên Derayê topbaran kir
Di heman demê de, SOHR diyar kir ku duh hêzên Îsraîlê derdora gundekî rojavayê parêzgeha Derayê topbaran kir.
Li gorî SOHR'ê hêzên Îsraîlê derdora gundê Cemle yê li herêma Hawiza Yermûkê yê rojavayê Derayê topbaran kir.
SOHRˊê diyar kir ku herî kêm derdora gund bi topekê hat topbarankirin, lê tu agahiyên der barê windahiyan de nehatin parvekirin.
Herî dawî, hêzên Îsraîlê di 27'ê adarê de cihekî li Til Ehmer Şerqî ya li gundewarê Quneyîtrayê bi 3 topan armanc girtibû.