Tevgera cîhada Îslamî termê rehîneyekî din radestî Îsraîlê kir

Îsraîl agirbest binpêkir û deverên rojhilatê Xan Yûnis li başûrê Xezeyê armanc kir û operasyonên xwe yê hilweşandinê li gelek deveran berdewam kir. Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, duh êvarê, bi rêya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, termê rehîneyekî din, radestî Îsraîlê kir. Çavkaniyên bijîşkî yê Xezeyê jî ragihandin ku wan îro termên 15 Filistîniyên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn vegerandin, wergirtine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî ku agirbestek di navbera Îsraîl û Hemasê de heye, lê heya niha binpêkirin berdewam e.

Sefa: Îsraîlê sê êrîşên asmanî li Rojhilatê Xan Yûnisê pêk anî

Îro, Îsraîl agrbest binpêkir û deverên rojhilatê Xan Yûnis li başûrê Xezeyê armanc kir û operasyonên xwe yên hilweşandinê li gelek deveran berdewam kir.

Ajansa nûçeyan a Filistînê Sefa, destnîşan kir ku hêza hewayî yê Îsraîlê, sê êrîşên asmanî li rojhilatê Xan Yûnisê pêk anîne.

Di heman demê de, qayikên şer ên Îsraîlê, li deryaya bajarê Refehê yê li başûrê Xezeyê gule berdane.

Îsraîl: Termê ku me wergirtiye ya Lior Rodayev e

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, duh êvarê, bi rêya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, termê rehîneyekî din, radestî Îsraîlê kir.

Tevgera Cîhada Îslamî eşkere kir ku wan ew term, li bajarê Xan Yûnis a li başûrê Xezeyê dîtine.

Artêşa Îsraîlê jî, îro di daxuyaniyekê de, pişterastkir ku piştî pêvajoyek naskirinê de, hat tekez kirin ku ew term ya Lior Rodayev e.

Rodayev, ji civaka niştecihbûnê ya Nîr Yitzhak hatibû revandin.

"Îsraîl termên 15 Filistîniyan teslîmî Xezeyê kir"

Çavkaniyên bijîşkî yên li Xezeyê jî, ragihandin ku wan îro, termên 15 Filistîniyan ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn vegerandin, wergirtine.

Bi vê radestkirinê, hejmara termên rehînên ku radestî Îsraîlê bûne gihêşt 23'an, li beramberî wê, Îsraîl jî 300 termên Filistînî teslîm kirine.

Çavkaniyên bijîşkî yên Xezeyê rave kirin ku heya niha, tenê nasnameya 89 terman hatiye naskirin.

"Di piraniya cenazeyan de şopên îşkenceyê hene"

Heman çavkaniyan piştrast kirin ku di piraniya cenazeyan de, şopên îşkence, şewitandin, darvekirin û girêdanên li ser dest û çavan heye ku ev yek rê li ber naskirina wan digre.

Îsraîl: Hemasê 251 rehînê girtibûn

Îsraîl ragihand ku di êrîşa 2023'an de, Hemasê 251 rehîne girtibûn û 1200 kesên din, ku piraniya wan sivîl bûn, kuştibû.

Karbidestên tenduristiyê yên li Xezeyê jî,  dibêjin ku di şerê Îsraîlê de, zêdetirî 69,000 Filistînî, ku piraniya wan sivîl bûn, hatine kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye