Li Bexdayê piştgiriya Îranê hat kirin

Li paytexta Iraqê Bexdayê xwepêşandanan dest pê kirin. Piştî kuştina Elî Xamineyî, li Bexdayê alîgirên Îranê daketin kolanan û helw dan bikevin Balyozxaneya Amerîkayê ya li Herêma Kesk a li Bexdayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Alozî di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de derket, li beramberî xwepêşandêr, alîgirên Îranê û komên çekdar gaza rondikrêj hate bikaranîn.

Li gorî agahiyan li kolanên Bexdayê, li nêzîkî pira daliqandî, dema ku xwepêşanderan hewl dan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê bikin, pevçûn derket.

Her wiha polîsên çalakiyên sivîl bi giranî li Herêma Kesk hatine belavkirin û hêzên zêdetir li pişt wan rawestiyane da ku pêşî li zêdebûna xwepêşandanan bigirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye