Piştî ku Tirkiyê ava çemê Firatê ji bendava Ataturk berda Sûriyê, asta herikîna çem di kêliyê de gihîşt Hezar û 800 mitre kup.
Ne tenê li Sûriyê, lê li Îraqê jî asta çemê Firatê bilind bûye.
Çemê Firatê ku di Sûriyê re derbas dibe, di herêma Qaim ya parêzgeha Enbarê re derbasî Îraqê jî dibe.
Bi vê yekê re asta ava çem li Enbarê jî bilind dibe.
Qaymeqamê herêma Qaim, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku asta ava çemê Firatê bi rêjeya 70 santîmetran zêde bûye.
Bi vê zêdebûnê re, di her kêliyekê de 700 metrekup ji ava Firatê ji Sûriyê derbasî xaka Îraqê dibe.
Qaymeqam da zanîn ku tevî bilindbûna asta avê, lê heta niha rewş di bin kontrolê de ye û ti metirsî tune ye.
Tirkî Mehlawî got ku tevî nebûna metirsiyê jî, wan rêkarên tund girtine û bendên axê danîne.
Bendên axê li herêmên ku egera çêbûna lehiyê lê heye û li herêmên ku erda wan nizme û nêzî çem e, ji bo rêgirtina li ber lehiyê hatine çêkirin.
Wezîrê jêderên avê yê Îraqê Musena Temîmî beriya niha jî ragihandibû ku asta herikîna ava çemê Firatê heta niha xwezayî ye û dibe ku ew sûdê ji ava zêde werbigirin û depo bikin.